NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî bêbandorkirina erebeya bombebarkirî daxuyanî da.
Daxuyanî wiha ye:
“Di 22`yê Kanûnê de yekîneyên taybet ên QSD`ê erebeyeke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Deşîşe bêbandor kir ku şaneyên veşartî yên terorîst hewl didan wê bigihînin Hesekê û li wir biteqînin.
Yekîneyên me gelek hewldanên terorîst ên DAIŞ`ê li Hesekê, Ebû Xeşeb û Reqayê têk birin.
Hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ`ê van hewldanan dikin. Lê hêzên me amade ne, li hember wan êrişan bisekinin û gelê xwe ji hemû xeteriyan biparêzin.”