ÎZMÎR – Li Girtîgeha Bûca ya Kiriklarê li dijî pêkanînên xirab, îşkence, tecawiz, tecrîd û mirinê 26 roj in 8 girtî di greva birçîbûnê de ne. Girtî Îbrahîm Tirkan ji TUHAYDER’a Egeyê re nameyek şand û anî ziman ku ji 28’ê Mijdarê ve 8 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.
‘PÊKANÎNÊN DIJMINATΑ
Nameya Tikan wiha ye:
“Ez li Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê dimînim. Li vê girtîgehê binpêkirinên mafên mirovan ên cidî hene. Ji ber pêkanînên li girtîgehê ji 28’ê Mijdarê ve kom bi kom me dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kir. Li qada maf û hiqûqê ji ber berpirsyariyên me yên civakî me xwest em vê yekê bi we re parve bikin. Ji bo pirsgirêkên hene were çareserkirin, hemû hewldanên me bê bersiv hatin hiştin. Pêkanînê keyfî û zilim tê kirin. Li her cihekê em xistine dibin tecrîdê de. Li girtîgehê pêkanînê dijmînatî li dijî me girtiyan tê pêkanîn.“
‘JIYANA ME DI TALÛKÊ DE YE‘
Midûrê nû yê girtîgehê di girtîgeha berî niha de jî heman pêkanîn dikir. Berî niha jî bi pêkanînên li dijî mirovahiyê û faşîstane dihat rojevê. Li dijî girtiyên Kurd hewldanek ya tesfiyekirina topyekûn heye. Ewlehiya canê me tuneye. Sibê yan jî roja din wê çi bê serê hevalê me nediyare. Berî niha ji ber tundî û zextên li ser girtiyan, girtiyek edlî ji bo pêkanîna şermezar bike hucreya xwe agir berdayê. Em bi pêkanên ruhê demê yê Esat Oktayî re rû bi rû ne.“
Navê girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger de wiha ne: “Sînan Dûrmaz, Onûr Yilmaz, Abdullah Ggnay, Sabah Dayan, Ozan Alpkaya, Halîs Daghan, Sertaç Kiliçarsalan û Kenan Yildizbakan.”