ŞEHBA – Kar û xebatê Yekitiya Jinên Ciwan ên perwerdeyê didomin. Li seranserê Bakûr û Rojhilatê Suriyê ji bo hişmendiya ku li dijî feraseta baviksalarî û Kapîtalîzmê Jinên Ciwan di tevgerê de ne.
Yekitiya Jinên Ciwan bi vê armancê li her derê dewreyên perwerde, Semîner û panelan li dar dixe. Bi van faaliyetan ve têgihiştineke îdeolojîk tê hedef kirin.
Îro jî Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê bi heman armancê panelek li dar xist.
Penalê deqeyek bi rêzgirtinê ve dest pê kir û perspektîfên Serokatî hatin xwendin,
Sê xalên esasî yên panelê:
1- Xweparastin
2- Di hundir civakê de pirsgirêkên jinê.
3- Xwebûn
Panelê de jinên ciwan tevlî nîqaşan bûn, pirs pirsîn û fikrên xwe anîn li ser ziman. Herî dawî panel bi siloganên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” ve bi dawî bû.