NAVENDA NÛÇEYAN – ADGB derheqê zilma sîstematîk a dewleta Tirk a li ser girtiyan daxuyaniyeke nivîski da. ADGB di daxuyaniyê de bi bîr xist di nav mehekê de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û diyar kir dewleta van mirinan weke nexweşiyan an jî xwekuştinê nîşan dide.
ADGB’ê diyar kir komkujiyên dewleta Tirk ên li ser girtiyan ji 19’ê Kanûna 2020’an û vir ve ji bo ku vîna girtiyan teslîm bigire heta niha bi rengekî sîstematîk didome û got, ”Ji bo ku em ji têkoşîna girtiyan re a li dijî desteserkirina mafan a li girtîgehan, sirgûn û êşkenceya sewqkirinê li Ewropayê bibin deng, destekê bidin, em tevbigerin. Li dijî komkujiya dewleta Tirk ku dibêje, ‘nexweşî’, ‘xwekuştin’ em têbikoşin. Ji bo girtiyên nexweş bêne berdan em piştevaniyê geş bikin.” ADGB’ê be banga tevlêbûna li meş û mîtîngên bi vê armancê kir ku 28’ê Kanûna 2021’an li Ewropayê wê bêne kirin.