NAVENDA NÛÇEYAN – Mazlûm Korkmaz ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Rîzeyê girtî ye ji malbata xwe re behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir. Birayê Korkmaz Muhammed Korkmaz diyar kir ku di 20’ê Kanûnê de 20-30 gardiyanan avêtine ser qawîşên girtiyan û bê hincet nivîn, balîf û doşegên girtiyan desteser kirine.
Hate zanîn ku girtiyên ku li dijî desteserkirina kel û pelên wan derketin rastî êşkenceyê hatine.
Korkmaz her wiha ev jî got, “Tevî ku birayê min nexweş e, dermanên wî nayên dayîn. Her wiha birayên min anî ziman ku 4 girtiyên din ên nexweş jî hene. Wana jî nabin nexweşxaneyê. Rewşa wan giran e.”
Korkmaz ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê û girtiyên ji Cemaeta Gulen xistine nava qawîşên girtiyên siyasî û destnîşan kir ku pêkanîna hevdîtinên vekirî ku li gelek girtîgehan destpê kiriye, hîna li vir destpê nekiriye.
‘LI SER KARTONE DIRAZIN’
Korkmaz diyarkir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome li hemû girtîgehan belav bûye. Korkmaz her wiha anî ziman ku li gelek girtîgehan girtî li ser kartonan radizên û wiha pêde çû: “Piştî serdegirtinê karton jî dane wan. Qûtiyên ava fêkiyan ku ji kantînê hatibûn hilanîn dane wan. Wana jî karton li ser textê razanê didanîn û radizan. Li girtîgeha ku niha lê ye, di her odeyekê de 6 kes dimînin. Ji ber hejmara zêde 7 kes dimînin. Ev kesê 7’emîn li ser betaniya ku li erdê raxistî ye radizê. Lê belê ji ber ku nivîn hatine girtin, ev girtî niha li ser kartonê ku li ser betonê daniye, radizê.”
BI AVA SAR SERÊ XWE DIŞON!
Korkmaz destnîşan kir ku ev hemû pêkanînên dijmirovî ne û wiha axaftina xwe domand: “Em nameyên wan nagirin. Birayê min dişîne lê nagihîje destên me û ne jî hevalên xwe. Di heman demê de daxwaza sewqê dike, lê ew nayê şandin. Ava germ jî bi rêkûpêk nayê dayîn. Ji ber ku digotin bi sermayê serê xwe şûştine. Sobe nayê vêxistin.”
Korkmaz her wiha anî ziman ku li ser 4 girtiyên li girtîgehê poşmantî hatiye ferzkirin û ji ber ku wan ev yek qebûl nekirine, tevî ku cezayê wan bi dawî bûye jî nehatine berdan.