REQA – Ciwanên Şoreşger ên Reqayê êrîşên balafirên keşfê yên dewleta Tirk ên li ser bajarê Kobanê şermezar kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqayê daxuyaniyek da raya giştî û tê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.
Daxuyanî ji aliyê rêveberiya ciwanên Reqa “Bûşra Ehmed El-Nayîf” hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dagirkeriya Tirk ji bo dagirkirina xaka me ya ku bi hezaran şehîd dane, bi dijwarî hewl dide.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hemû êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar û lanet dike.
Daxuyaniyê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em ji hemû cîhanê re dibêjin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ev xak rizgar kirin û ew ê her bincek ji axa Sûriyê ji dagirkeriyê rizgar bikin û sivîl û koçberan vegerînin mal û warên xwe û em soz didin ku şehîdên xwe em ê li ser rêya wan bimînin û şopdarên rêya wan bin.”
Daxuyanî bi siloganên Bijî Serok Apo ve qediya.