HELEB – Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daketin qadan, tecîrad li ser rêber Abdullah Ocalan şeremzar kir.
Meş ji pêşiya hola civînan a taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir û ber bi kolanên taxê yên sereke ve çû. Beşdaran sloganên banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan berz kir û pankartên “Dem dema azadiyê ye” vekiribûn.
Meş li pêşiya avahiya Meclisa Şehîd Gelhat a li taxa rojhilatê Şêxmeqsûd veguherî mîtîngê. Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama tevgerê Maya Mihemed ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de tecrîda li ser rêberê gelan Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate destnîşankirin ku tecrîda li ser rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê wateya tecrîda li ser azadî û mirovahiyê û wihat hate gotin: “Rêber Apo pêşengtiya projeya biratiya gelan dike ku dewleta neteweperest jê ditirse. Dewleta Tirk jî baş dizane ku gelê berxwedêr hêza xwe ji fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan werdigire.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd dûrî armancên wan bixe, ji lew re tecrîdê li ser rêber Ocalan ferz dike û rê nade parêzer û malbatê pê re bicivin.
Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk şerekî taybet li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, da ku projeya aştiyê li herêmê rawestîne.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca sereke ji tecrîdê pûçkirina tevgera rizgariyê û şikandona berxwedana gelê Kurdistanê ye.
Her wiha di daxuyaniyê de banga xurtkirina asta têkoşîn û berxwedanê hate kirin da azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan were misogerkirin û edaleta civakî û demokratî ji gelê herêmê re were bidestxistin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku ji seferberiyê re amade bin û hate gotin: “Ji ber ku kiryar û tecrîda li ser Rêber Apo armanc dike ku vîna gel têk bibe û doza rêber Abdullah Ocalan dozeke neteweyî ye.” Her wiha bang li CPT kir ku komîteyeke lêkolînkirinê bişîne Îmraliyê.
Beşdaran di dawiyê de sloganên”Bijî berxwedana Rêber Apo û azadî ji rêbertî re” berz kirin.
(eh)