MEXMÛR – Hêzên Iraqê serê vê sibehê ji nişka ve berê xwe dan Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr). Hêzên çekdar ên Iraqê xwestin bi têlan wargehê dorpêç bikin.
Xelkê wargehê piştî ku bi vê hewldanê hesiya li navenda wargehê li hev civiyan.
Hevserokê Meclîsa Wargeha Mexmûrê Hecî Kaçan daxuyanî da.
Piştî daxuyaniyê girseya gel ber bi seytereya Iraqê ve meşiya û nerazîbûn nîşan da.
Heyetek ji rayedarên Iraqê û nûnerên wargeha Mexmûrê dest bi hevdîtinan kir.
Li ber seytereyê rewşa aloz dewam dike.