KOBANÊ – Bi hezaran kes li ser rêya Helebê kom bûn, cenazeyên şehîdan Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa hildan û berê xwe da Goristana Şehîd Dîcle.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan; Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Mihemed Menle di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Kobanê şehîd bûbûn. Cenazeyên Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Mihemed Menle duh êvarî li navçeya Eyn Îsayê hatin veşartin.
Ji bo oxirkirina şehîdan ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şênî hatine Kobanê.