MEXMÛR – Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê konê ku li dijî têlkirina Mexmûrê hatîbû danîn, ciwanan li ber konê, daxiyanî dan.
Îro danê siharê saet 11:00’an de li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li hemberî biryara ku Îraqê dabû ku ji bo têlkirina derdorê Mexmûrê, kon hat vedan.
Îro di nobet girtina konê de TM û TJCM’ê peşengtî kir û di heman demê de ciwanên Mexmûrê li hemberî êrîşên li ser Ciwanên Kobanê daxiyanî dan.
Di şexsê Şehîdên Kobanê de deqeyek rêz hat girtin, piştî deqeyek rêzgirtinê, duruşmeyên ‘Şehid Namirin’ ‘ Bijî Serok Apo’ hatin qirkirin . Ji endama TJCM’ê Çîçek Orhan daxiyanî xwand.
Daxwiyanî wihaye:
Wekî tê zanîn şoresa Rojava di pêşengiya ciwanan de hate despekirin. Li hemberi zihniyeta kevneperest u netew dewlet hate pekanin. Bi tekosin u berxwedaniyeki bê hempa heta roja me ya îro hatiye u di cihanê de mohra xwe li diroke daye. Piştî tek çuyina DAIŞ’ê li Kobanê û li Rojavayê Kurdistane zihniyeta AKP-MHP yak u afrinere DAIŞ’ane dixwazen bi êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê xewn u xeyalên DAIŞ’ê bi destên xwe pêk bînin.
…
Erisa dawi ya li ser keleha berxwedanê Kobanê ya di diroka 25.12.2021 de pek hati di encamê de 5 rehevalên me Şehit ketin. Di ve erisa nemerdane de hedef û armanca dijminê qirker pêşengên şoresê ciwan têk birine. Bi vi awayi şoreşa Rojava dest li ser kirine. Ew êrişa nemerdane em li ser hemu ciwan u gele kurd dibinin em vê êrişe nalet u şermezar dikin. Em weki ciwan soz didin tola hem şehîdên xwe bi avakirina Kurdistanek azad Rêbertiyek azad u bi binxistina zihniyeta faşist ya Turkiye rabikin.
Piştî daxiyaniyê bi duruşmeyê ‘Şehîd Namirin’ ‘Bijî Serok Apo’ ‘Bimre îxanet’ ve girse belav bû.