NAVENDAN NÛÇEYAN – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo ku bi wekîlê xwe re hevdîtin bikin, carek din kirin.
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Serbay Koklu, Ibrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç ji bo ku miwekilê xwe bibînin serlêdaneke nû li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Saziya Ceza û Înfazê ya Imraliyê dan.
Herî dawî 25’ê Adarê Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi telefonê axivîbû û telefon di nîvî de hatibû birîn.