NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Komelgaya Ciwanên Rojhilat derbarê êrişa dewleta Tirk ya li Kobanê de, daxuyaniyek da.
Balafira bêmirov û biçek (SÎHA) ya dewleta Tirk a dagirker di şeva 25’ê Kanunê de, li Kobanê êrişek pêkanî. Di encama êrişê de 5 ciwan şehîd bûn û 4 ciwanên din jî birîndar bûn.
Koordînasyona Komelgaya Ciwanên Rojhilat têkildarî êrişa dewleta Tirk a qirker a li dijî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Kobanê, daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi giştî wiha ye:
“Di roja îro de li Kurdistanê şerê hebûn û tinebûnê bi rêve diçe, dijminên qirker bi taybet dewleta dagîrker a faşîzma Tirikiye di roja me ya îro de êrişek dijmirovahî li ser gele me di her çar parçe yên Kuristanê de birêve dibe. Gele Kurd bi tekoşîn û canfedayî di vê serdemê de mohra xwe di tekoşîna sed sala 21’mîn daye, gelê me piştî sedan qirkirn û tûnekirn bi fikir û felsefeya Rêber Apo rengvedanek cûda di dîroka tekoşîna gele kurd de nivîsandiye, gelî kurd bi fikir û felsefeya Rêber Apo bû bi çavkaniya hêvî û ji bo tevahî gelen azadîxwaz yên cîhanê. Bi taybet şoreşa rojava yê Kurdistanê kû bi pêşengtiya ciwan û jin di sedsala 21’mîn de li hember sîstema qirker û hov a modernîteya kapîtalîst de pêşengtiya xeta sosyalîzma demokratik dikin.
Ciwan û jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêşenga xeta tekoşîn a demokratin, bi pêşengtîya xwe erkên şoreşê xistine ser mile xwe, ji bo na wê jî bi berdewam ji aliyê dijminên dagîrker ve tên hedef girtin, êriş û destdrêjî yên dewleta dagîrker a Tirk bi alîkariya xeta îxanet û teslîmiyeta malbata Barzanî roj bi roj li ser axa Kurdistan bi taybet Rojava yê Kurdistan zedetir dibe. Rojavayê Kurdistan bi xwîna hezaran zarokên Kurd gava binxistina sîstema kapîtalîst avêtiye û cara yekem kû hemî gelan rengên xwe di nava şoreşa Rojava de dibînin, ji bona wê jî dewletên hegemon bi alîkarî û piştgiriya dewleta dagîrker a Tirk êriş dikin ser şoreşa gelan.
Di roja 25’ê vê mehê de carek din êriş li ser axa Rojava û bajarê berxwedana Kobanê kirin û di encamê de 5 ciwanên Kurd di vê êrişê de hatin şehîd xistin. Di rastiyê de bi armanc kirin a ciwan, bi armanc kirina sîstema netewe ya demokratîke û dixwazin şoreşa gelan îmha bikin.
Em weka civaka ciwanên rojhilatê Kudistanê sersaxi ji bo malbata şehîdan û gelê Kobanê dixwazin û wê êrişê dagîrkerî yê em şermezar dikin. Taybet em ji hemî ciwanan dixwazin bi taybet ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kû li hember van êrişan xwedî derkevin. Taybet ciwanên kurd ji bo kû wan êrişêm dagîrker vala derxînin pêwîste rêxstina xwe xwirt bikin û ji bo bihêzkirina yekîneyên gerilla yên kurdistan tevlî refên gerilla bibin. Ji ber kû ev tenê riye kû armanca şehîdan pêk bîne. Heger dijminên dagîrker êriş û destdirêjî û şehîd kirina ciwanê kurd dşxwaze bibe asteng li hember şoreşa gelê me. Ciwan bi xwedî derketin li pêngava (werin cenga azadiyê) ê bibin bersiva dijminên kurd.
Di dawî yê de em wek Komelgaya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê êriş û destdirêjiya dewleta faşîsta Tirk û xeta ajantî û nokertî ya malbata Barzanî şermezar dikin. Û gere dijminên gele kurd bizanibe bi êriş û şehîd kirina ciwanên Kurd, ciwanên kurd naye tûnekirin û gavek jî ji tekoşîn paşde venagerên, lê belê hêz û îradeya me ji bo tûnekirina dijmin xurtir dibe. Û em bangewazî ji hemî ciwanê kurd dikin kû bi rihê ciwantî û hestên welatparêzî dengê xwe li hemberî dagîrkeran bilind bikin û baweriya xwe bi hêz û îradeya xwe hebe. Ji ber ku bi hêz û îradeya cewherî ya ciwanan em dagîrkeran bin bixînin û hêvî ya şehdan em pêk bînin.”
28.12.2021
Komelgaya Ciwanên Rojhilat – KCR