ŞEHBA – Bi sedan şêniyên herêma Efrînê ji bo pêşwazîkirina cenazeyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Nûjiyan Ocalan a ku di bombebebarana dewleta Tirk a li ser Kobanê de şehîd bûbû, li deriyê ketina navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn.
Şêniyan bi tilîliyên dayikan, diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, silavkirina berxwedana ciwanan û şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker pêşwaziya cenaze kirin.
Paşê cenaze bi kerwanekî ji sedan erebeyan ber bi nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ve birin.
Cenaze dê sibe saet 12:00’an bi merasîmekê li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehdasê were veşartin.
25’ê Kanûnê balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li taxa Şehîd Peyman a rojhilatê bajarê Kobanê malek bombebebaran kir, di encamê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bû û 4 birîndar bûn.