NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li çiyayê Asosê barandine.
Navenda Çapemeniyê ya YRK’ê diyar kir ku çiyayê Asosê yê nêzî bajaroka Şarbajar û derdora wê hatiye bombekirin.
YRK’ê diyar kir ku balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst 28’ê Kanûnê saet di navbera 16:20 û 17:20’î de çar caran bombe li herêmê barandiye. Hate ragihandin ku ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên wan nehatiye.