NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Yekitiya Xwendekaran bi beşdarbûna bi sedan xwendekarên Zanîngeha Kobanê li ber avahiya zanîngehê hate xwendin. Xwendekar Rojîn Elî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin şermezarkirin û hate gotin, ev êriş berdewama êrişên DAIŞ’ê ne û cîhan dizane ku dewleta Tirk xwedî heman zihniyeta DAIŞ’ê ye.
Xwendekaran destnîşan kirin ku dewleta Tirk ji destpêka avabûna wê ve terorê li dijî gelê Kurd dimeşîne û DAIŞ’ê yek ji berhemên tundiya dewleta Tirk û hovîtiya wê ye.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrişa li dijî ciwanên şoreger ên Kobanê û wiha hate domandin: “Ew şehîd di her kêliyekê de ji bo şoreşgê kar kirin. Ji ber ku dizanîn ku bi ciwanan welat ava dibin û pêşdikevin, ji lewra di oxira jiyaneke ewle û bi rûmet ji bo nifşên pêşerojê de canê xwe dan. Xwendekaran Zanîngeha Rojava bi şehîdên xwe serbilind in û soz didin ku xeta wan bişopînin. Ciwan dê li hemberî dagirkeriyê biser bikevin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li raya giştî ya cîhanê, zanyar, xwendekar û rewşenbîran hate kirin ku li hemberî êrişên hovane yên dewleta Tirk bisekinin.
Piştî xwendina daxuyaniyê, xwendekaran bi diruşmeyên şeremzaririna êrişên dagirkeriya Tirk û xiyanetê û dilsoziya bi şehîdan re meşek li dar xist.
Li Reqa jî ciwanên PYD’ê daxuyanî da. Daxuyanî li Qada Elem a naverasta bajar ji aliyê endamê PYD’ê Udey Rebah ve hate xwendin.
Di daxuayniyê de sûcên dewleta Tirk ên li dijî welatiyên Kobanê, Qamişlo, Til Temir û Zirganê hatin şermezarkirin û hate gotin, armanc ji van sûcan belavkirina tirsê, valakirina herêmê ji niştecihên wê û têkbirina projeya neteweya demokratîk e.
Her wiha bang li civata navneteweyî hate kirin dawî li sûcên Tirkiyê werine.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em soz didin gelên herêma xwe ku em amade ne berisva her êrişekê li ser xaka xwe bidin û bi rihê ciwanên şoreşger em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin.”