KOBANÊ – Li Kobanê têkildarî êrişên dawîn ên li dijî malekê li rojhilatê Kobanê ku di encamê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn, ji bo şehîdan konê sersaxiyê hate vekirin.
Her roj bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo şehîdên xwe ên ciwan berê xwe didin pakrewangehê. Di roja yekem de ciwanan soza tolhildanê dan.
Berdevka Tevgera Ciwanan a Kobanê Hebûn Mihemed diyar kir ku ewên dilê dijmin de bibin întiqam. Hebûnê berdewama axaftina xwede got ku wan wek jinên ciwan çawa ku li Kobanê Pêşengtiya Şerê qedandina DAIŞ’ê kirine ew soz didin şehîdên xwe, ewên tola şehîdên xwe erdê nehêlin.
Endamê Ciwanên Şoreşger Mazlûm jî diyar kir ku Ciwan ji ber ku pêşengên parastina şoreş û civakê ne dibin hedef û tên şehîd xistin. Lê bila dijmin bizanîbe ku şahadet ciwanan lewaz nake. Bileksê wê her şahadet ji bo me sedema hêz û pêngaveke nû ye. Ew soza tolhildanê nû dikin.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Dîlber û êndamê Ciwanên Şoreşger Ebdî jî bi heman awayê girêdaniya xwe diyarkirin û soza tolhildanê dan.
Kona pakrewangehê ziyaretan re vekiriye.