NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Generalên biçûk gotineke Apê Mûsa ye. Ew generalên biçûk piştî bi demekê bûn Generalên Apê Mûsa. Zarokên Amedê di salên 1990’î de rojnameya Ozgur Ulke belav dikirin.
Generalên biçûk gotineke Apê Mûsa ye. Ew generalên biçûk piştî bi demekê bûn Generalên Apê Mûsa. Zarokên Amedê di salên 1990’î de rojnameya Ozgur Ulke belav dikirin. Ew gotin jî ji bo wan hatiye bikaranîn. Hin ji wan generalên Apê Mûsa hatin girtin û hin ji wan şehîd bûn.
Li vê derê jî ez ê qala yekî ji wan bikim. Ew jî Nayîf e. Sala 1998’an li Nisêbînê ji dayik dibe û dema ku dest bi dibistanê dike xwe wekî generalê Apê Mûsa bi nav dike. Li dibistanê rojekê mamoste xwendekaran radike û pirsan ji wan dike. Dibêje, dema hûn mezin bibin hûnê bibin çi? Nayîf jî dibêje, ez ê bibim generalê Apê Mûsa. Bi vê gotinê re gavekê diavêje ber bi jiyana şoreşgerî ve.
Hê di temenê biçûk de fêrî gelek tiştan dibe. Ji temenê xwe mezintir tevdigere. Dema ku 12 salî bû, di filma Meş de cihê xwe digire. Filma Meş a bi derhêneriya Selamo, qala çîrokeke li Nisêbînê dike. Filmeke ku behsa dema darbeya 12’ê Îlonê dike. Nayîf jî di 12 saliya xwe de di filmeke polîtîk de rol dike. Dibe ku tesaduf be yan jî çi be nizanim, lê di encamê de wekî lihevhatineke jiyanê ye.
Sala 2014’an xebatên hilbijartina cihî hebûn. Nayîf jî wekî generalekî Apê Mûsa di nava wan xebatan de cihê xwe digire. Ji bo HDP’ê gund bi gund digere. Hilbijartin çêbû û HDP’ê wekî salên berê şaredarî bi dest xist. Lê heman rojê xeberek ne xweş gihîşt Nisêbînê. Aram Akyuz ku 22 salan di hepsê de bû, şehîd bû. Aram jî pismamê Nayîf bû û cenazeyê wî li Nisêbînê ji aliyê hezaran ve hat pêşwazîkirin. Ew Aramê ku digot, “gula min gula
Mêrdînê serhildana Nisêbînê”. Piştî 22 salan careke din bi serhildanê hat pêşwazîkirin. Vê carê jî serhildan ji bo wî bû.
Wê serhildanê bandor li Nayîf jî kir. Her wiha navê Aram li xwe kir û da pey şopa wî. Piştî merasîma cenaze bi 2 rojan diçe dibistanê û ji hevalên xwe re dibêje, êdî divê em tevlî nava refên gerîla bibin. Li pola dibistanê ya lîseyê nasnameya di bêrîka xwe de derdixîne û diqetîne. Wê rojê dev ji dibistana dagirkeran berdide û nasnameya Tirkan jî diqetîne. Dema ku ji dibistanê derdikeve hin hevalên wî jî didin pey wî û berê xwe didin warên gerîla. Ew generalê Apê Mûsa êdî dibe şervanê Rêber Apo. Jixwe, beriya ku biçe çiyê jî pirtûkên Rêber Apo dixwend. Dema ku ew pirtûk dixwend jî zarok bû. Lê ji birayên xwe re digot, aqil ne di temen de ye. Bi wî temenê xwe yê zarokatiyê diçû serdana malbatên gerîla û şehîdan. Alîkariya wan dikir û di nava dilê her kesî de cihê xwe girtibû.
Mirovekî ew çend zîrek bû, dema ku bû gerîla jî hezkiriyên wî dan pey wî. Hevalên wî dev ji wî bernedan û li pey wî çûn. Beriya ku Nayîf biçe, nameyekê ji malbata xwe re dihêle û diçe. Di wê nameyê de dibêje, divê êdî ez beşdarî nava refên têkoşînê bibim. Her wiha divê Kurdistan azad bibe. Nayîfê ku ji Nisêbînê derket, li çiyayên Kurdistanê bûbû şervanekî Rêber Apo û ji bo Kurdistaneke azad da pey xeyalên xwe. Barekî giran hilgirt ser milê xwe. Li aliyekî bûbû generalê Apê Mûsa, li aliyekî bûbû şervanê Rêber Apo.
Êdî ew bûbû Aram Rênas û 2 salan piştî çûyîna xwe li herêmên parastinê yên Medya di şerê li dijî dagirkeriyê de şehîd bû. HPG’ê di salvegera şehadeta wî de Aram û du hevalên wî bi bîr anîn. Roja ku ez bi vê xeberê hesiyam li dayika wî geriyam. Ez li ser telefonê bi dayika wî re axivîm.
Dayikeke ku zarokê wê li çiyayên Kurdistanê şehîd ketibû û cenazeyê wî li wan çiyayan hatibû veşartin, hebû. Lê dîsa jî bi moralekî mezin diaxivî.
Digot, bila serê Serok Apo sax be û îro rojeke pîroz e ji bo min. Wê dayikê digot, min berxek ji serok re gurand û kir sedqa serê wî. Aram Rênas jî zarokekî wê dayikê bû. Dema ku wê dayikê ev gotin digotin, du kurên wê jî li sirgûnê bûn. Ew çend xwedî gotinên mezin û wêrek bû. Êdî ew dayika generalê Apê Mûsa, bûbû dayika şehîdan. Lewma jî digot, ew şehîdê Kurdistanê ye. Heta ku ew dayik û zarokên wan hebin, lêhengên welatê me wê neqedin. Bi saya wan qehremanan û dayikên wan em ber bi azadiyê ve dimeşin.