ZIRGAN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro navçeyên Zirgan û Til Temirê û gundên girêdayî wan bi hawin û çekên giran hedef girtin.
Di encama topbarana dagirkeriya Tirk de, zarokê 2 salî yê bi navê Elam Elî Îsa şehîd bû, welatiya bi navê Cewahir Nehar (30) û Comane Nehar jî şehîd bûn, ji wê zêdetir jî 5 welatî birîndar bûn.
Dagirkeriyê mizgefta Zirganê bi çekên giran hedef girt, di encamê de zirarên madî yên mezin çêbûn.