RIHA – Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 14’ê Hezîrana 2018’an li aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, nobeda edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike. Çalakiya nobedê 9’ê Adarê dest pê kiribû.
Di roja 298’an a çalakiya nobedê de li ser hesabê Twitterê yê malbata Şenyaşar ev peyam hate parvekirin:
“Li ber Qesra Edaletê ya Rihyaê têkoşîna me di roja 298’an de dewam dike. Têkoşîna me di rojeva Tirkiyeyê de ye. Silav ji berxwedêrên li ber zilmê radibin re.”