AMED – Operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker li Licê didome.
Hate hînbûn ku artêşa Tirk a dagirker li çiyayên nêzî gundê Licokê yê Licê di nava operasyonên veşartî de ye. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên me yên herêmî ji herêmê hatin girtin, hate ragihandin ku leşker û kontra li nêzî gundê Licokê bi awayekî veşartî di tevgerê de ne.