DIRBESIYÊ – Îro li bajarê Dirbêsiyê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ya Dirbêsiyê û Zirgan li dijî erîşên dewleta Tirk a faşist daxiyaniyek hat dayîn.
Erişa Dewleta Faşîst ya Tirk ya li ser Kobanê û herwiha ji bo êrîşên ku li ser navçeya Zirganê çêbûne daxwiyanî hate dayîn.
Daxuyaniya Ciwanan bi tevahî wiha ye:
Ji bo raya giştî
Wekû tê zanîn ev demeke dirêj dewleta tirk a faşist a dagirker êrîşî çiyayên kurdistanê dike bi awayekî hovane û bi çekên kîmyesel li heremên parastina medya dide. Lê bi berxwedaniya mezin ya gerîlla ev êrîşên wan vala derxistin bi sedan eskerên wan kuştin û armancên wan ya dagirkirina çiya û têkbirina gerilla vala derket. Ji ber ku binketina li çiya neha êrîşên xwe zêvirandine heremên bakûr û rojhelatê Sûriyê ew û çeteyên xwe dixwazin îrada vî gelî bişkînin.
Bi tang û top û balafirên xwe rojane welatiyên vê xakê şehîd dixînin. Di 25’ê vê mehê de li Kobanê bi balafirên bê mirov êrîşî hevalên me yên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan kir û di encam de 5 hevalême şehîd ketin. Ew jî bi hevkariya kesên îxanetkar û xwe firoş wekî PDK hate kirin, heta do jî bi awayekî çetewarî bi topên xwe êrîşî navçeya Zirganê kir di encama wê de gelek şehîd û birîndar hebûn.
Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger li Dirbêsiyê û Zirganê van êrîşan em şermezar dikin em ji wanre dibêjin hûnê nikaribin ser axa Kurdistanê rehet jiyan bikin. Ev der Kurdistane. Warê welatparêz û şoreşgerane, warê Kemal Mazlûm û Bêrîtanan e.
Emê hertim li dijî dagirkeriyê û îxanetê tekoşîn bikin. Bi fikir û felsefa Rêber APO xwe birêxistin bikin, bi helwest û sekna şoreşgertiyê emê ji we hesab bixwazin û tola şehîdên Kobanê û hemû şehîdên Kurdistanê bigrin.
Bijî berxedana Gerîla
Bijî Serok APO
Şehîd namirin