NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de ji bajarokê Ezazê ve gundên Merenaz, Şewarqa û Kela Şewarqa yên navçeya Şera bi obîsan topbaran dikin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandine, heta niha nêzî 20 obîsan li wan gundan ketine û topbaran berdewam e.