NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameya Serxwebûnê vê mehê du hejmarên cuda bi hev re çap kir. Hejmara Taybet bi sernavê ‘Serxwebûn 44 salî ye” û Hejmara 480’ê ya meha Kanûnê jî bi sernavê “Serketiyê sala 2021’ê gerîlayên bi ruhê fedayî yê Apoyî ye” hatin weşandin.
Nivîsa ji 10 salan a ji damezrînerên PKK’ê şehîd Mazlûm Dogan beriya 45 salan nivîsî û li cihekî din heta niha nehatiye weşandin, bi sernavê “Çima pêwîstiya Tevgera Azadiyê bi organek weşanê ya îdeolojîk heye” di hejmara taybet a Serxwebûnê de yekemcar hate weşandin.
Di nivîsa Mazlûm Dogan de wiha hate gotin, “Ji ber ku heta niha têkoşîneke rasteqîn a şoreşger û rizgariyê nebû, li Kurdistanê weşaneke bi vî rengî tune bû. Lê belê me rêya xurtkirin û pêşvebirina têkoşîna şoreşgerî dan ber xwe. Di şert û mercên hatine guhertin de em neçar in ku li her qadê şêweyê têkoşînê û hevkariyê biafirînin. Lewma ji bo bicihanîna van wezîfeyan pêwîstî bi weşanekê heye.”
Rojnameya Serxwebûnê di Cotmeha 1978’an de bi Rêya Şoreşa Kurdistanê (Manîfesto) yekemcar dest bi weşanê kir û ji Çileya 1982’an û pê ve 40 salan bênavber weşangeriya xwe dewam kir.
Serxwebûn ku di heman demê de weşanxaneyek bû, di nava 40 salî de 480 hejmar, di her hejmarê de jî nirxandin, analîz û bîranînên cuda weşand… Zêdeyî 200 pirtûk, gelek analîz, pirtûkên bîranîna gerîla, 15 albûmên şehîdan ên ji hezaran rûpelî, 34 hejmarên taybet û her sal jî salname ji aliyê weşanxaneya Serxwebûnê ve hatin çapkirin.
Serxwebûnê di heman demê de ji Nîsana 1983’an û pê ve rojnameyek bi navê Berxwedan jî weşand. Berxwedan ku destpêkê ne bi rêk û pêk hate weşandin, ji sala 1987’an û pê ve mehane hate weşandin û di sala 1995’an de dawî li weşanê anî.
Bi giştî 12 xebatkarên rojnameya Serxwebûnê şehîd bûn.
Rojnameya Serxwebûnê ji navnîşana Serxwebûn înfo dikare bê şopandin.