NAVENDA NÛÇEYAN – Gelê Kurd bi banga edaletê di 9’emîn salevegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin de, xwe amade dikin derkevin qadan.
Di serî de li Parîsê û seranserî Ewropa amadekariyên çalakiyan bi hemû leza xwe berdewam dike . Li Parîs, Drancy, Normandiya, Villiers Le Bel û Evryê serdana esnafan hate kirin û banga tevlîbûna meşa 8’ê Çileyê ya Parîsê hate kirin.
Kurd wê di çarçoveya bîranîn û hesapirsînê de, li Parîsê di 5’ê Çileyê de di saet 11.00’an de li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd wê werin ba hev û li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê meresima bîranînê li dar bixin.
Tê payîn ku wê saziyên dos jî tevlî bîranînê bibin.
Di 8’ê Çileyê de jî wê meşa mezin ji herêma komkujî pêk hatiye Gare Du Nord startê bide. Her wiha tê payîn ku gelek Kurd, siyasetmedarên Fransî û jinên feminist tevlî meşê bibin.
Di 9’ê Çileyê de jî salvegera Komkujiyê wê li ber avahiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê çalakiya bîranînê bê lidarxistin.
Li gorî agahiyên ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin girtin, ji bo tevlîbûna hersê çalakiyan li herêma Ile De Franc xebatên belavok û afîşan wê berdewam bike. Li gorî heman agahiyan wê xebatên çalakiya bê navber heta 7’ê Çileyê bidome.