DÊRA ZOR – Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan hemleya “Di her malekî de hemşîreyek” dewreya sêyemîn a fêrkirina destwerdana lezgîn bi tevlêbûna 26 kesan li bajarokê Sifîrê yê li rojavayê Dêrazorê bi dawî bû.
Kesên tev li dewreyê bûne, heta mehekê fêrî rêbazên destwerdana lezgîn bûn û waneyên teorîk û pratîk di warê dermankirina birînan, şewatan û danîna derziyan de girtin.
Di derheqê Perwerdeya ku rastê eleqeyeke mezin hat de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan diyar kirin ku dê perwerdeyên wan bi vê awayê bidomin.