NAVENDA NÛÇEYAN –
Rêdûr DÎJLE nivîsand
Metikek me hebû, rehme li wê û li miriyên we haziran be jî. Wexta meaşê xwe distend, neviyê wê ji bo çend qirûşan jê biçirpîne, ber dilê wê xweş dikir.
Metikek me hebû, rehme li wê û li miriyên we haziran be jî. Wexta meaşê xwe distend, neviyê wê ji bo çend qirûşan jê biçirpîne, ber dilê wê xweş dikir. Xwe li dor wê dizîzikand, heta meaşê nû. Lê yek, dido… metika me bi dek û dolabên wî hesiya. Rojekê cardin wexta roja meaş hat, ê min û te cardin xwe li dor wê zîzikand, “yadê tu werê yî, yadê ma tu nizanî ez çi qasî ji te hez dikim, tu li aliyekî yên din li aliyekî…” Lê ji ber ku metika me bi fêhlên wî hesiyabû, sond xwaribû ku cardin pera bi dest wî ve beranede: “Kuro lawo her ji xwe re karkî bik, bes hikaya ji min re bibêj.”
Îja li Tirkiyeyê jî roj tine ku bloka faşîzan AKP-MHP ji bo dewama aqûbeta desthilata xwe “hikayeyekê” çêneke û gelên Tirkiyeyê nexapîne. Herî dawî bi pêkanîna “Mewdûata TL a Biwahde ya Li Hemberî Kûra Dowîzan” xwest çav berde perê gel û barê krîza ku musebibê wê ew e, bi perê gel sivik bike. Lê piştî ku berî her kesî wê bi xwe dît xêr di vê de jî tine ye, vê carê rabû berê xwe da Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê.
Hikayekek werê çêkiriye ku cardin qeşmeriyên xwe bi hiqûqê û aqilê gel kiriye.
Hikayeya îdîanameya derheqê 23 endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Dîndaran (DÎAYDER) de hikayeyeke ecêba li ser ecêbê ye. Bi navê delîlên berbiçav tiştek jî tê de tine ye.
Gava mirov li îdiayên ku 23 dîndar pê tên tawanbarkirin mêze dike û li hincetên ku ev îdîa spartine wan, mêze dike, hema meriv dibêje, “tir li ku das li ku!” Qet nebe, ez werê dibêjim.
Ji lew re îdiayên hatine kirin û tiştên ku ev îdîa spartine wan, di ber hev re jî naçerixin.
Lê li gorî qenaeta min du armancên vê îdîanameyê hene. Yek jê yekser e, yek jê jî neyekser. Ya ewil, ji bo birrîna xwe ya ku ji ber jidestçûna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê xedar bûye, bikewîne, peywendiya wê bi PKK’ê re daniye, da dest werde wê. Ya didoyê jî xwe wekî “pisporê”
Kurdî ku ti tişt nemaye neaniye serê wê, bide der.
A rastî, ev “pisporî”, esas “nebanbûn” bi xwe ye. Ji lew re peyvên ku di îdîanameyê de hatine krîmînalîzekirin peyvine jiyanî yên bivênevê ne. Kesên ji van peyvan bêpar, her hal wê tam prototîpa wan be:
ARMANC: Kesê bêarmanc, şalek ka ye.
HÊVÎ: Kesê bêhêvî, saxê mirî ye.
CIVAK: Kesê bê civak, wekî keştiyek bêrêgeh e, di orta behrê de.
RÛMET: Kesê bêrûmet, bê fedî û heya ye, ne ehlê pîroziyê ye, eynî wek benîşt tu çawa vezelînî tu yê vezelînî.
… û hwd.
Malûm e, axirê ev neyar e. Rast be jî, çep be jî daraza wî dûvê wî ye. Hikmên serikê wê, “hikmên” li ser “hikman” e ji bo wê. Loma îdîayên xwe bisipêre çi, wê bisipêre. Ji lew re gava mesele em Kurd bin, eyarê “hiqûq”a wê heya bibêjî firehtir dibe. Lê ji bo ku gelên Tirkiyeyê rojekê beriya rojekê ji vê zordestiyê û hiqûqa dijminatiyê xelas bibin, a li wan dikeve ji bo hemû kirinên vê desthilata ceberût bibêjin, “Bes ji me re hikaya bibêje!” û bi vî awayî wê bavêjin ser sergoyê dîrokê.