ŞEHBA – Îro di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan de li navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê li dijî êrişên Dewleta Tirk Û hevkariya PDK’ê meşek meşeleyî hat li darxistin.
Îro ciwanên Efrînê bi dirûşmeya “JI BO TOLHILDANA ŞEHÎDAN ÎXANETÊ TÊK BIBIN FAŞÎZMÊ PARÇE BIKIN – TOLHILDAN TOLHILDAN TOLHILDAN” li navçeya Fafînê meşeke bi meşeleyan pêk anîn.
Ciwanan bi siloganên “Bimire îxanet, Şehîd namirin û Bijî Serok Apo” ve meşiyan û hevkariya PDK û êrişên Dewleta Faşîst ên Tirk şermezar kirin.
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed Hesen daxiyanî xwand.
Di daxuyaniyê de ciwanan diyarkirin ku êdî dem hatiye ku ew her deverê veguherînin qada serhildanê ,qada berxwedanê û qada tekoşînê û heya ku tola şehîdan hildin ewên ranewestin.
Meşa ku ji aliyê şêniyên heremê ve jî rastê eleqeyeke mezin hat bi siloganên “Bimre îxanet û Bijî Serok Apo” ve qediya.