MEXMÛR – Her sê jinên Kurd ên Şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatibûn qetilkirin, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 8’emîn salvegera şahadeta wan de hatin bibîranîn. Di merasîma bîranênê de soza pêkanîna xeyalên şehîdan hat dayîn.
Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 8’emîn salvegera qetilkirina her sê jinên Kurd ên Şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, merasîmek hat li dar xistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê wargehê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok axivî û soza pêkanîna xeyalên her sê jinên Kurd ên Şoreşger dûbare kir.