HESEKÊ – Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk , ji bo şermzarkirina komkujiya Kobanê ya di 25 Kanûnê de pêk hatî, îro li bajarê Hesekê yekîtiya jinên ciwan kon vedan û ew ê sê rojan berxwe bide, di roja yekemîn de bi beşdarbûna desteya perwerde û Kongreya Star dest pê kir.
Axaftina vekirinê ji hêla endama yekîtiya jinên ciwan Sema Hesekê ve hat kirin, her wiha li ser navê Kongreya Star ji hêla Cumana û li ser navê desteya perwerde ji aliyê Nesrîn Mejde axatftin hat kirin.
Sema Hesekê ya ku li ser navê Yekîtiya Jinên ciwan axiviye wiha dest pêkir;
“Di serî de em vê xebatê xwe li Serokatî, şehîdan, hevalên hazir, bi taybet hevalên ku vê dawiyê li Kobanê bi komkujiyeke qirêj hatine şehîd xistin li wan hemûyan pîroz dikin. Em di vir de dibêjin êdî çi dibe bila bibe, bi taybet ji bo dewleta dagirker ewqas êrîşên xwe li ser me zêde bike, wê nikaribe helwestên gel, helwestên jinên ciwan û ciwanan ve bê deng bike. Ji bo vê jî bi taybet em weke jinên ciwan ji bo ku bibin bersiv ji va dagirkeriya ku li ser herêmê tê kirin û herî dawî ya ku li Kobanê hatiye pêkanîn. Di encama wê de jî 6 hevalên me hatin şehîd xistin di nava wan de jî sê jin hebûn. Di vir de em dixwazin vê pirsê bikin, eger dewlet dixwaze dengê em tune bike, emê her biçin dengê xwe zêde bikin.”
Wê kon bi beşdarbûna saziyên cuda û bi bernameyên cur bi cur mîna sinevizyon, semîner û hwd bidome.