NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Di Tebaxa 2021’ê de çekdarên PDK’ê komek gerîla xistin kemînê û 5 gerîla şehîd kirin. Her wiha cenazeyên wan gerîlayan jî bi xwe re birin. Malbatên şehîdan ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe deriyek nema ku lê nedan. Lê PDK’ê bersivek jî neda wan malbatan. Li ser vê yekê beriya bi 3 mehan li ber deriyê Sêmalka dest bi çalakiyê kirin. Armanca wan jî wergirtina cenazeyên zarokên xwe ye. Di nava sê mehan de bi hezaran kes ji gelek deverên Rojava çûn serdana konê çalakiyê. Malbatan û kesên diçûn serdana wan, çend caran hewl da ji deriyê Sêmalka derbasî başûr bibin, lê destûra wan nehat dayîn. Herî dawî jî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger çûn serdana wan malbatan û li ber deriyê Sêmalka helwêsta rayedarên PDK’ê protesto kirin. Lê çekdarên PDK’ê êriş birin ser ciwanan û çend ji wan birîndar kirin û hinek jî kirin binçavan.
PDK’ê ev çalakiya ciwanan ji xwe re kir hincet û vê carê jî deriyê Sêmalka bi temamî li xelkê girt. Yek ji armancên wan reşkirina ciwanên şoreşger û ya din jî bidawîkirina çalakiya malbatên şehîdan e. Ji bo vê yekê jî weşanek taybet û qirêj li ser çapemeniya xwe meşand. Her wiha hinek derdor jî xistin bin bandora xwe û propoganda kirin. Wekî ku ew ciwan bûne sedem ku deriyê Sêmalka hate girtin. Lê wan kesan qet rojekê jî qala wan malbatan nekir. Heger berovajî wê bûya, yanî bifikirin hin çekdarên PDK’ê li Rojava hatibana kuştin û cenazeyê wan nedabûna, wê wan kesan qiyamet rakiriba. Lê çima ew kes dengê xwe li PDK’ê nakin. PDK jî heman siyaseta faşîzma AKP-MHP’ê, li ser malbatên şehîdan dimeşîne.
Piştî girtina deriyê Sêmalka li Kobanê di êrişa balafirên Dewleta Tirk de 6 ciwan şehîd xistin. Bifikirin, yên li deriyê Sêmalka bûn hedef ciwan bûn û bi hinceta ciwanan ew derî girtin. Li Kobanê jî ciwan kirin hedef û şehîd kirin. Lewma li vê derê yekser em dibînin ku girtina deriyê Sêmalka bi êrişa li Kobanê re têkildar e. Ev yek xizmeta dewleta Tirk dike û zerarê dide Kurdan. Ji ber girtina wî deriyî ambargoyek mezin çêbûye. Yek derî hebû ku çûnûhatin û bazirganî tê re dihat kirin û ew jî girtin. Di serî de xwarin, gelek tişt peyda nabin. Çawa ku Dewleta Tirk PKK’ê dike hincet û tevahiya Kurdan dike terorîst û reş dike, PDK jî bi hinceta ciwanan, tevahiya Rojava xistiye ambargoyê. Li aliyekî birçî dihêle û hewl dide rêveberiya li wir reş bike.
Li dijî van kirinên PDK’ê, xelkê li Rojava dikare hîn bêhtir hevkariya PDK’ê ya bi Dewleta Tirk re teşhîr bike. Êdî her kes dizane ku PDK ne partiyek Kurdî ye. Eger derdê wê Kurd û Kurdistan ba deriyê Sêmalka li welatiyên xwe nedigirt. Çawa ku dewleta Tirk û welatên derdorê Rojava dorpêç kirine, PDK jî heman siyasetê dimeşîne. Çawa ku dewleta Tirk û welatên derdorê sînor xistine navbera Kurdan, PDK jî heman tiştî dike. Bi derdê sînoran herî zêde Kurd dizanin û êşa wê kişandine. Ji ber wan sînoran Kurdistan parçe kirine û Kurd ji hev veqetandine. Ji ber vê yekê mabûya divê PDK’ê sînor danenîba navbera xwe û Rojava. Divê deriyê Sêmalka heta dawî li xelkê vekirî ba.
Xelkê Rojava yên ku derî li ser wan hatiye girtin divê pêşî bipirsin. Derî ji aliyê kê ve hatiye girtin û xizmeta kê dike? Her wiha çima PDK’ê cenazeyên şehîdan nade malbatên wan? Heta ku vê pirsê nekin û bi ser PDK’ê de neçin, nikarin bigihîjin encamekê. Ji ber ku PDK jî û dewleta Tirk jî hewl didin şoreşa Rojava têk bibin û rêveberiya li wir li ber çavê xelkê reş bikin. Ji bo vê yekê jî di nava 10 salan de her rê û rêbaz ceribandin. Niha jî girtina deriyê Sêmalka û zilma li malbatên şehîdan rêbazeke din ji wê polîtîkayê ye. Deriyê Sêmalka wê kengî û çawa vebe nayê zanîn, lê tişta ku tê zanîn PDK jî wekî dewleta Tirk zalim bûye û zilmê li gelê xwe dike.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA