HESEKÊ – Çalakiya konê ya ku ji aliyê Yekîtiya Jinên ciwan a Kantona Hesekê hatibû li darxistin îro di roja xwe ya duyem de dewam kir.
Di roja duyemîn ya çalakiya Konê de Saziya Malbata Şehîdan, Kongra-Star û Tevgera Xwendekarên Demoqratîk cihê xwe girtin.
Çalakî bi deqekê rêzgirtin Ji bo cangoriyên azadiyê destpêkir. Di dewama wê de sineviziyon, bi du zimanan, zimanê Kurmancî û Erebî ve derbarê jiyana Şehîd Sara (Sakîne Cansiz) de hate pêşkêş kirin.
Bi silogana “Şehîd Namirin” Kon ber bi dawiyê ve çû.