HESEKÊ – Li Kantona Hesekê Yekîtiya jinên ciwan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane bi dirûşmeya “Bi têkoşîn û rêxistinbûyînê emê tundî û dagirkeriyê têk bibin” hate li darxistin.
Îro li kantona Hesekê yekîtiya jinên ciwan ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ve, civîna xwe ya salane li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li darxistin. Civîna ku di encama kar û xebata salekê hatiye li darxistin, bi xwandina Perspektîfa Rêber Gelan Abdullah Ocalan dest pêkir.
Xebata ku di sala 2021’an de hatiye kirin, wê di sala 2022’an de bi têkoşîneke hîn xortir were kirin. Li ser vê bingehê jî hin plansaziyên nû ku jinên ciwan çawa bi awayekî aktîv û çalak cihê xwe di nava têkoşînê û rûxandina Faşîzmê de bigirin, hate derxistin.
Jinên ciwan wê di sala 2022’an de rêxistinbûna xwe fireh bikin û erkên xwe yên Pêşengtiyê pêkbînin.