HESEKÊ – Di bin durûşmeya ”Bi tekoşîn û rêxistinbuyînê em ê tundî û dagirkeriyê têk bibin” de Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojavayê Kurdistan û Sûriyê îro li bajarê Hesekê civîna xwe ya salane li ser asta Bakurê û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.
Di destpêka civînê de perspektîfên Rêberê gelan Rêber APO hat xwendin, her wiha axaftina vekirinê ji hêla Medya Yusif ve hat kirin.
Di civînê de xebatê salekê hat niraxandin û ji bo sala nû plansazî li ser esasê ku jinên ciwan bi awayekî çalak tevlî kar bibin, rêxistinbûna xwe berfireh bikin û erkên xwe yên pêşengtiyê pêk bînin, hat derxistin. Civîn bi encameke xurt û bi coş bi dawî bû.