NAVENDA NÛÇEYAN –
Pêşmergeyên Dêrîn ên Herêma Kurdistanê serkeftina gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk weke serkeftina her çar parçeyên Kurdistanê pênase kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk bi derbên gerîla neçar ma vekişe.
Di dawiya sala 2021’an de Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê şikestina êrişên dewleta Tirk a dagirker ragihand û serêsala nû kire cejna serkeftina li dijî artêşa Tirk a dagirker.
Pêşmergeyên Dêrîn ên Başûrê Kurdistanê ji ber vê serkeftina gerîla ya li dijî dagirkeriyê kêfxweşiya xwe anîn ziman. Endamê Meclîsa Bilind a Pêşmergeyên Dêrîn Hîwa Komele ji Rojnews’ê re got: “Pîrozbahiyê li hemû Kurdan dikîn. Ev serkeftin ji bo miletê me yê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Gerîla ji bo mafê neteweya xwe yê rewa şer dike. Berevajî leşkerên Tirk dagirkere. Di dîrokê de ji bo ti dewletekê nekariye miletekê komelkuj bike û xewna xwe pêk bîne.”
Hîwa Komele destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn ti gelan bi qasî gelê Kurd qurbanî ji bo ziman, çand û neteweya xwe nedaye û wiha domand: “Em ji neteweyên din nekêmtirîn. Ji zêdebûnê bigire, li herêmê Kurd ên herî resen in. Di dîrokê de li hemberî ti dijminekê me çûk nedaniye. Gerîla ew hêza şoreşger û rêbere ku ti teknolojî û hêzek nikare li ser serwer be.”
Encamê Meclîsa Bilind a Pêşmergeyên Dêrîn Mela Xalîd, ji ber serkeftina gerîlayên azadiya Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Dewleta Tirk a faşîst û şoven eger niha venekişiya bûya jî, diviya bû her vekişiya, ji ber ku encama dewleta dagirker her vekişîne. Destxweşiyê li gerîlayên qehreman dikin. Di encama zextên derbên gerîla û nerazîbûna xelkê de dewleta Tirk vekişiya. Hêvîdarim her wiha bişkê.”
ROJNEWS