NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, gilî ji navendeke ewlehiyê re hat pêşkêşkirin ku cismekî xerîb li herêma El-Kesret li gundewarê başûrê Reqayê heye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevî tîma endazyariyê çûn cihê hatiye nîşankirin.
Piştî lêkolînê hat eşkerekirin ku ew şekil mayîn e û ji bo teqînê amade ye. Tîma endazyariyê ew mayîn bêbandor kir.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn hişyarî da welatiyan ku her cismekî xerîb bibînin, agahiyê bidin navenda herî nêz.