ŞIRNEX – Li Cizîrê, di serdegirtinên malan de polisan Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî û Endamê MEBYA-DER’ê Huseyîn Înedî destgîrkirin.
Li taxên Nûr û Konakê yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê, polisan bi ser malan de girtin û Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî û Endamê MEBYA-DER’ê Huseyîn Înedî binçav kirin. Polisan, Îşçî û Înedî ku sedema binçavkirina wan nehat hînkirin birin Miduriyeta Polisan a Navçeyê.