NAVENDA NÛÇEYAN – Li Rojavayê Kurdistanê dewleta Faşîst a Tirk li pey tunekirin û qedandina gelê Kurd Û statuya Rojava ye. Ji ber vê li her firsendê de êrişên dijmirovahî û namerdanê pêk tîne.
Di demên dawî de Dewleta Tirk taybet balafirên bê mirov ve li dijî gelên rojava erîşên qirkirinê pêk tîne.
Li hember vê gelê Rojava dadikeve qadan û protestoyan pêk tîne. Kurd Ereb Suryan Tirkmen û hemû gelên herêmê li hember dagirkeriya Tirk dibe yek deng.
Doh li herêma Girê Spî Wesayîteke Dewleta Tirk ya dagirker rastê mayinekî hat. Li gor çavkaniyên herêmî herî kêm 10 leşkerên Tirk hatin ceza kirin. Lê Wezereta Dewleta Tirk tenê navê sê leşkeran da.
Tê diyar kirin ku dê êdî hemû êrişên dewleta Tirk bersivên xurt ve werin bersivandin.