NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Suriyê civîna xwe ya salane lidar xist.
Civîna mehane ya Ciwanên Şoreşger de hemû endamên meclîsê amade bûn. Di civîna ciwanan de nirxandina faliyetên ciwanan ya mehane derbas bû bi awayekî berfireh hat nîqaş kirin.
Di civînê de planlamaya mehane jî hat nîqaş kirin û bernameyek pêşkeşê pêkhateya civînê hate kirin û ev bername hate erê kirin.
Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî beşdarî civîna Tevgera Ciwanên Şoreşger bû. Di civînê de Mazlûm Ebdî li ser êrîşa Dewleta Tirk ya faşîst a ku Kobanê li dijî ciwana hate pêkanîn de axivî.
Mazlûm Ebdî diyar kir ku:
“Dijmin xwest ku di şexsê şehîdên Kobanê de Ciwaka me ya rêxistin kirî bitirsîne û civakê xweseriyê û hereketa ciwanan li dûr bixîne.
Dewleta Tirk niha Hereketa Ciwanan kiriye hedef. Ji ber ku ew dizanin ciwan pêşengên şoreşê ne. Ew eger ciwanan biqedînin dê şoreşê jî têk bibin. Ji ber vê ciwanan dikin hedef.”
Civîn bi siloganên Şehîd namirin û Bijî Serok Apo ve bi dawî bû.