ŞIRNEX – Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna qaşo Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de li navçeyên Hezex û Cizira Şirnexê û Sêrtê hatine revandin, derket 14’an.
Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de li navçeyên Hezex û Cizira Şirnexê û Sêrtê hatine binçavkirin, derket 14’an. Hat hînbûn ku welatiyên ku hatine binçavkirin wê ji ber kirariyên îfadeyan bibin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê. Di dosyayê de 24 saetan sînordarkirina parêzeran heye. Derbarê hêceta revandinan de tu agahî nehatin bidestxistin.
14 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Li navçeya Hezexê Medya Hezar, li navçeya Cizîrê endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî, endamê MEBYA-DER’ê Huseyîn Înedî, rêveberê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek Azîz Sonmez û Mele Saît Ozdemîr, Şukru Acar, Mehmet Emîn Çikmaz, Mazlûm Dûrû, Kamîl Baklik, Mûstafa Çomlek, Îdrîs Kayaalp, Selman Abay, Agît İşikli û li Sêrtê jî endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Berfîn Can.”