NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên ku li Herêma Biradostê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibûn revandin û piştî 6 rojan hatibûn berdan, piştî ku berdan vê carê ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk rojane bombe li herêm û gundên Başûrê Kurdistanê dibarîne.
Herî dawî deweta Tirk a dagirker di 30’ê Kanuna 2021’an de dû ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ên xelkê gundê Dayla ya ser bi bajarokê Sîdekan ya ser bi Herêma Biradost a ser bi Hewlêrê revandin. Dewleta Tirk wan ciwanan ji nav xaka Başûr revandibûn û biribûn Tirkiyeyê.
Piştî 6 rojan revandina bavê yek ji ciwanan Ekrem , Xelîl Zikre ji Rojnews’ê re axivî û gotibû; “Piştî lêpirsînê îro (5 Çile) dewleta Tirk a dagirker herdu ciwan berdan û bi riya deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl re radestî xizmên wan kirin.”
Vê carê PDK’ê wan girt
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyek taybet hatine standin, dema ciwan radestî malbatê têne kirin, heman rojê ( 5’ê Çile) ji aliyê çekdarên PDK’ê ve têne girtin û radestî asayîşa Mêrgesorê hatine kirin.
Gorî heman çavkaniyê malbatên ciwanan dixwazin zarokên wan werin berdan, lê aliyên peywendîdar heya niha ti bersivek nedaye wan.
ÇAVKANÎ : ROJNEWS