BEYRÛT – PYD (Partiya Yekîtiya Demoqratîk) û TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) ve li Lubnanê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîranîn.
Bi kombûyîna dehan kesan ji endamên PYD û TCŞ ve, li paytexta Lubnan Beyrûtê daxuyanî ji bo komkujiya Parîs û êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate xwandin. Daxuyanî ji aliyê Endama partiya Yekîtiya Demoqratîk ve hate xwandin.
Daxuyanî bi vê rengî bû;
“Sakîne, Fîdan û Leyla, her sê têkoşer bi têkoşîna xwe temsîliyeta Doza azadiya Kurd û jinên Kurd dikin. Sara, Rojbîn û Ronahî sê leheng û şoreşgerên Kurd, deng û doza gelê Kurd gihandin her derê cîhanê. Heya dema Şehadeta xwe jî bi israr têkoşîna xwe li hember desthilatên faşîst domandin.
Sakîne Cansiz, di sala 1958’an de li Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, ya ku weke bajarê komkujıyê dihat naskirin. Komkujiya ku dewleta Tirk ya dagirker di navbera salên 1938-1939’an de pêkaniye.
Tevgera Rizgariyê beriya ku navê wê derbikeve, Sakîne yek ji wan kesan bû ku cihê xwe di nava kongereya avakirina Partiyê (1978) de girtibû. Kongreya ku di Pêşengtiya Rêber Apo de bi 23 kesan hatibû destpêkirin.
Heval Sakîne di gulana 1979’an de hate girtin, lê ji ber ku wê demê tu agahî derbarê hevalên xwe yên destpêkê de nadabû,rû bi rûyên xwe re rastî îşkenceyê hat.
Her wiha em êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser bajarê Kobanê jî şermezar dikin, û em bang li civaka navdewletî dikin ku van komkujiyên ku dewleta Tirk pêktîne bibînin. Em bang dikin ku têkoşîn li dijî dewleta Tirk ya dagiker were bilind kirin.”