NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê ber bi Girtîgeha Tîpa F a Akçadag a Meletiyê hatin veguhastin, di dema sirgûnkirinê de hem li Kayseriyê hem jî li Meletiyê êşkence li wan hate kirin.
Yek ji 10 girtiyên siyasî yên hatin sirgûnkirin Sedat Avci bi rêya telefonê ji malbata xwe re qala êşkenceyê kir ku li wan hate kirin.
Avci diyar kir ku piştî daxuyaniya rayedarên Tirk a ku digotin ‘li ser sînorê Sûriyeyê’ 3 leşker hatine kuştin, bi rêk û pêk êşkence li dijî wan zêde bûne. Avci got, “Avêtin ser koxûşên em lê bûn. Gardiyan û leşkeran bi rêk û pêk êşkence kirin.” Girtiyên siyasî bang li raya giştî ya demokratîk kirin ku bala xwe li ser mijarê be.
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê jî hate ragihandin ku di birina nexweşxaneyê de zexteke giran a lêgerînê li girtiyan tê kirin. Girtiyên jin diyar kirin ku ev rewş eger dewam bike wê tedawiyê red bikin.