QAMIŞLO – Îro li herêma Cizîrê bi dehan xwandekaran soza tolhildanê ya ji bo şehîda dan.
Îro li Herêma Cizîrê di derbarê salvegera şahadeta Sakîne Cansiz, Fîdan Doğan û Leyla Şaylemez de, û bi tevlîbûna ji hemleya Tolhildan re, ji aliyê yekîtiya jinên ciwan ve, semîner ji xwandekarên fakulteya Hiqûq re hat dayîn.
Di semînerê de hat nirxandin ku siyaseta qirkirinê ya hêzên faşîst ser gel û civaka me berdewam e. Bi taybet jî bal kişandin ser komkujiya Dêrsim (1938) û weke berdewamiya wê jî bi komkujiya Parîsê (2013), komkujiya Silopî (2016) û Komkujiyên li Kobanê ve dewam kir. Di heman demê de hat gotin ku îro jî ev siyaseta qirkirinê xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi taybet Bajarê Kobanê dide domandin.
Li hember hemû polîtîkayên tunekirin û helandinê ve weke naskirina kesayeta şehîd Sara û rêhevalên wê ve jinên ciwan wê karbin bibin bersiv. Bi têkoşîna di xeta Sarayan de herî dawî soza tolgirtina şehîdan hat dayîn.