NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) yên Sakîne Cansiz bi daxuyaniyeke niviskî ragihandin ku milîsên wan li Amedê çalakî birin ser polîs û leşkerên Tirk.
Li gorî daxuyaniya niviskî ya HBDH’ê 10’ê Çileya 2022’an saet li derdora 23:30’an li dehma Lîseya Melik Ahmet a Amed-Sûrê li dijî ‘polîsên dagirker’ ku bi 2 wesayitên zirxî Akrep û Uralê niqteya kontrolê danîne û li nav taxê bi yekîneyên 8 kesî digerin ji du baskan ve bi Bombeyên Bi Destan Çêkirî û fîşekên hewayî çalakî hatiye kirin û di encamê de 4 polîs birîndar bûne.
Bi berdewamî hate ragihandin 9’ê Çileya 2022’an saet li derdora 23:00’an li Amedê milîsên wan li dijî leşkeran bi Bombeyên Bi Destan Çêkirî çalakî kirine.