NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkilî xwekuştina xwendekarê zanîngehê Enes Kara ku li Zanîngeha Xarpêtê beşa Tibê dixwend û ji ber zextên cemeatê xwe kuşt daxuyanî da.
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê got, ”Xwekuştina hevalê me Enes xeleke dawî ya tundiya sîstematîk a li ser ciwanan e. AKP ya ku ji ji roja hatî ser desthilatê ve ciwanan ike hedef û ciwanan dike mehkûmê wargehên tarîkan kujerê Enes e.”
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi berdewamî bang li hemû ciwanan kir ku di bin banê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê de têxistinî bibin û li dijî polîtîkayên AKP’ê têkoşînê geş bikin.