NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzer Nevroz Ûysal, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrgirtiya Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jis ala 1999’an dema dîlgirtina bi komploya navneteweyî û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.
Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî bû, lê belê ev axaftin jî nîvco mabû.
Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve serlêdanên ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan tênekirin bêbersiv têne hiştin.