DÊRÎK – Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku li herêma Xelîfanê di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûne, 101 li pey xwe hişt.
Şêniyên Qamişlo çalakiya îro dewr girtin. Şêniyê bi diruşmeyên şermezarkirina xiyaneta PDK’ê ve herikin bin kon û ji aliyê şêniyên navçeya Amûdê ve hatin pêşwazîkirin.
Li ser navê şêniyên Qamişlo, Afram Somî got: “Li ser bingeha biratiya gelan, em li konê xwepêşndanê di roja 101’ê de, daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdan dikin. Em daxwaz ji rayedarên Başûrê Kurdistanê dikin ku cenazeyên şehîdan radestî malbata wan bikin. Lê ew siyaseta xwe didomînin û daxwaza me red dikin. Lê em ji wan re dibêjin siyaseta we dê berxwedan û têkoşîna me xurt bike.”
Somî wiha lê zêde kir: “Em li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, felsefeya hezkirin û aştiyê ya ji bo hemû gelan tevdigerin.”
Tê payîn ku Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê û komîteyên wê jî dê beşdarî çalakiyê bikin.