TEBQA – Tevgera Xwendekarên Demokratîk yekemîn konferansa xwe ya damezrandinê li herêma Tebqayê pêk anî.
Bi armanca dayîna rola ciwanan di nav civakê û hemû waran de û di astên curbecur de û avakirina bingehek bihêz ku bikaribe civakê birêve bibe û biryarên saxlem bide.
Konferansa Damezirîner a Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi amadebûna nûnerên sazî, komîteyên perwerdeyê û xwendekarên peymangeh û dibistanan hate lidarxistin.
Konferans bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre jî axaftina vekirinê ji aliyê rêheval Zana Mistefa ve hate kirin.
Zana li ser girîngiya Konferansê sekinî û diyar kir ku dê ev konferans bibe bingeha rêxistinbûna Tevgera Xwendekarên Demokratîk ên Tebqayê.
Pişt re rêziknameya Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate xwendin.
Di civînê de beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe yên der barê sîstema Tevgera Xwendekarên Demokratîk de anîn li ser ziman.