DÊRÎK – Li deriyê Sêmalka berxwedana ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK’ê de şehîd bûne 102 roj li pey xwe hişt.
Sazî, deste û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya li deriyê sînor ê Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên şehîdên Xelîfanê di roja 102`yemîn de didomîn.
Îro danê sibehê endamên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê berê xwe da Sêmalkayê da ku piştgiriyê bidin çalakvanan.
Piştî ku gihaştin Sêmalkayê, Cîgira Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Derwêş axivî û diyar kir ku kiryarên wiha PDK`ê ber bi xiyanetê ve dibin.
Bêrîvan Derwêş destnîşan kir ku ew ê heta wergirtina cenazeyên şehîdan piştgiriyê didin malbatên şehîdan û çalakvanên li Sêmalkayê. Her wiha bang li rayedarên Başûr kir ku bersiva daxwazên malbatên şehîdan bidin û deriyên sînor vekin.
Bêrîvan Derwêş di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir bi erka xwe ya mirovî rabin, cenazeyan radestî malbatên wan bikin û deriyên sînor vekin.
Tê payîn ku Edamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê sibê beşdarî çalakiyê bibin.