NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Amûdê perwerdeya Kompîtur û tenduristiyê dabû destpêkirin. Perwerdeya ji aliyê ciwanan ve hatîbû destpê kirin îro bi dawî bû.
Îro li Amûdê bi şahiyekî perwerda Tevgera Ciwanên Şoreşger hate qedandin. Piştê şahiya qedandinê bawername hatin belav kirin.
Şahiya hat lidarxistin ji aliyê şêniyên herêmê ve rastê eleqeyeke mezin hat. Di şahiyê de hunermenda stran gotin, ciwan û gel govend gerandin.
Endamên Tevgera Ciwanên şoreşger diyar kirin ku ewên faliyetên perwerdê yên bi vê awayê bidomînin.